Festîvala Fîlman a Ayvalikê li benda xwendekaran e

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ayvalikê di navbera 16-21ê meha Îlonê de ji aliyê Komeleya Seyirê ve li dar dikeve ku di çarçoveya festîvalê de bernameyeke bi navê “Sînemaya Ciwan” hatiye amadekirin. Bernameya sînemayê dê ji bo xwendekarên ku dixwazin xwe di warê sînemayê de pêşve bibin bê lidarxistin û hat ragihandin, dîroka dawî ya serîlêdanê 10ê Pûşberê ye.

Dîrektora bernameya festîvalê îsal Azîze Tan e û Fatîh Ozguven jî weke şêwirmend hatibû eşkerekirin. Di rojên borî de hate eşkerekirin ku Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ayvalikê, dê dîrokên di 24-25ê Îlonê de bi hevkarîya Mordem Sanatê û bi piştgirîya Spaces of Cultureê li Amedê jî derbikeve li pêşberî sînemahezan. Di bernameya Amedê ya festîvalê de 10 fîlm bêne nîşandayîn.

Bernameya “Sînemaya Ciwan” bi piştgiriya Spaces of Cultureê tê lidarxistin ku ji bo hemû xwendekarên sînemayê yên zanîngehan û hemû xwendekarên ku dixwazin di derbarê sînemayê de bibin xwedî agahî û xwe pêşve bibin hatiye amadekirin. Di çarçoveya bernameyê de gelek çalakîyên sînemayê, xebatên kargehê, nîşandana fîlman cih digirin û hemû mesrefên ragihandin, otêl û xwarinê yên xwendekaran ji aliyê festîvalê ve tête organîzekirin.

Ji bo agahî û serîlêdanê: https://www.ayvalikff.org/ form: 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: