Festîvala Fîlman a Behra Spî bi fîlmê “Blue Caftan” destpê dike
22yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Behra Spî – Cinemamed di rojên 2-10ê meha Berfanbarê de li Bruksela Belçîkayê li dar dikeve. Bernameya festîvalê dê bi fîlmê derhêner Maryam Touzanîyê yê “The Blue Caftan” re destpê bike û wê ji zêdetirî 60 fîlm derbikevin li pêşberî sînemahezan. “Blue Caftan” sala par di beşa Nerîneke Diyar a Festîvala Fîlman a Cannesê de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Pêşbazîya metrajdirêj a Festîvala Fîlman a Deryaya Spî bi tevahî ji heft fîlman pêk tê ku di navbera fîlmên pêşbazîyê de fîlmê Carla Simónê yê “Alcarràs” jî cî digire. Fîlmên Cinema Sabaya (der: Orit Fouks Rotem), The Damned Don’t Cry (der: Fyzal Boulifa), Annecy No Dogs or Italians Allowed (der: Alain Ughetto), Uncle (der: Andrija Mardesic û David Kapac), Mediterranean Fever (der: Maha Haj), Kar ve Ayi (der: Selcan Ergun) jî dê li festîvalê bêne nîşandayîn.
Fîlmê “Blue Caftan” qala çîroka hevzayendîyek navsale Halim ku karê dirûvanîyê dike û hevsera wî ya ketiye nexweşîyeke xedar, tîne li ber perdeya sînemayê û bal dikişîne tund û zextên li ser tercîhên zayendî. “Blue Caftan” di heman demê de fîlmê duyem ê Maryam Touzanê ye û senaryoya fîlmê jî derhêner bi xwe nivîsîye ku lîstikvanên wekî Lubna Azabal, Saleh Bakrî, Ayoub Messiouî, Amîne Ennajî, Mounia Lamkimel, Hamid Zoughî di fîlmê de lîstine.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com