Festîvala Fîlman a Berlînê bi fîlmê “My Salinger Year” dest pê dike

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê îsal 70’emîn car e di navbera 20’ê Reşemî û 1’ê Adarê de bêne li darxistin û di vekirina festîvalê de fîlmê “My Salinger Year” derdikeve li pêşberî sînemahezan.

70’emîn Festîvala Fîlman a Berlînê (Berlinale) îsal di dîroka 20’ê meha Reşemiyê de dest pê dike û di vekirina bernameya festîvalê de, fîlmê “My Salinger Year” yê Philippe Falardeau bête nîşandan. “My Salinger Year”, ji romana Joanna Smith Rakoffê bo sînemayê lê hate anîn û di salên 90an li New Yorkê derbas dibe.

Yek ji festîvalên fîlman ên Ewropayê Berlinale dê deh rojan bidome û Serokê Juriyê îsal lîstikvanê sînema û şanoyê û xelatgirê Oscarê Jeremy Irons e.

Fîlmên ku di Beşa Forûm a Festîvala Fîlman a Berlînê de bêne nîşandan, hatibû eşkerekirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: