Festîvala Fîlman a Cannesê ji nû ve têne li darxistin
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê ku cara yekem di sala 1939’ê de hatibû plankirin û ji ber sedema Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatiye îptalkirin, ji nû ve piştî 80 salan, di navbera 12-17’ê Mijdarê de li Orléans’ê bêne li darxistin.
Festîvala Fîlman a Cannasê ya sala 1939’ê ji aliyê Wezîrê Çand û Perwerdehî ya Frensayê Jean Zay li dijî festîvalên fîlman ên salên 1930an, weke alternatîfeke azadîxwaz û biwesf hatibû plankirin û berhevokeke xweş hate amadekirin.
Di bernameya Festîvala Fîlman a Cannasê ya sala 1939’ê de, Serekê Rûmetiyê Louis Lumière bû û beşdavanên festîvalê Dewletên Yekîtiya Sovyetan, DYA, Çekoslovakya, Brîtanya Mezin, bûn.
Di berhevoka fîlman yên Jean Zay’ê ku ji bo Festîvala Fîlman a Cannasê ya sala 1939’ê hatibû amadekirin, bêne nîşandan. Di nav berhavokê de fîlmên wekî “Aleksandr Nevskiy”, Sergei Eisenstein (1938), “Jamaica Inn”, Alfred Hitchcock(1939) û “Mr. Smith Goes to Washington”, Frank Capra (1939) cih digirin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî Cannesê cara yekem di sala 1946’ê de hate li darxistin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com