Festîvala Fîlman a Duhokê hat paşxistin

8’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê di meha Îlonê de hatiba li darxistin û bernameya festîvalê îsal ji ber şewba coronayê hat paşxistin.

Festîvala Fîlman a Duhokê îsal cara 8’emîn di meha Îlona (reber) 2020’ê de hatiba li darxistin û ji ber vîrusa coronayê taloq kirin. Festîvalê li ser malpera xwe fermî diyar kir ku 8’emîn Festîvala Fîlman a Duhokê îsal ji ber şewba coronayê hat paşxistin û di sala 2o21’ê de bête li darxistin. Festîvala Fîlman a Duhokê yek ji festîvalên fîlman ên girîngtir ên sînemaya Kurdî ye û li bernameya festîvalê her sal di du beşan; “Sînemaya Kurdî” û “Sînemaya Cîhanê” de tête li darxistin û di çarçoveya festîvalê de gelek fîlmên dirêj, belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên anîmasyon derdikevin li pêşberî sînemahezan û têne xelat kirin û bi beşdarî derhêner û lîstikvanên fîlman hevpeyvînan têne çêkirin.

Daxuyaniya Festîvala Fîlman a Duhokê:

“Em bi lêborîn ve radigehînin ko 8emîn Filmefefestîvala Dihokê ya Navneteweyî ji ber mana pejîka Koronayê naêt kirin. Qewl bû ko gera îsal li Îlona 2020ê ba lê dê ji bo salekê biêt paşxistin. Vê qeyranê bandor li hemî biyavên civaka me ya cihanî kiriye. Bi taybetî, me nevêt saxlemiya hemî mêvanan, desteya festîvalê û çi civakan biêxin metirsiyê.

Festîvala me ya filman bi hevdîtina leşkanî ya filmçêkerên navxweyî û navneteweyî di gel bîneran li Dihokê ava bûye. Di çend mehekên biêt da xwe çi çê bibit, derfet dê ji bo vê pêkguhertina navneteweyî zêde berteng bin.

Lewma em dê îsal ji bo berheviyên baştir ji bo festîvalê li sala 2021ê terxan bikin.
Baldariyeka bihêz dê li ser zêdetir pêşkevtina warê bernameyan bit, bi taybetî bihêzxistina bernameya perwerdeyî û her wisa platforma tora navneteweyî jî giringiyeka zêde ji bo me heye.

Filmefestîvala Dihokê ya Navneteweyî li peydakirina bernameyeka dewlemend digerit – û helbet bi rengekê taybet ji bo we hemiyan, filimçêkerên xweşdivî, evîndarên sînemayê û piştevanên festîvalê!”

Ji bo agahî û têkilî: http://duhokiff.com

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: