Festîvala Fîlman a Enqereyê îlonê dest pê dike
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê îsal cara 31emîn dê di navbera 3-11ê meha Îlonê de bê li darxistin. Di pêşbirka kurtefîlman a festîvalê de sê kurtefîlmên bi Kurdî jî cih digirin.
31emîn Festîvala Fîlman a Enqereyê îsal 3yê meha Gelawêjê dest pê dike û dê heta dîroka 11ê mehê li Sînemaya Kızılay Büyülü Fenerê bidome. Berendamên pêşbirka kurtefîlman a festîvalê jî hate eşkere kirin û 3 ji van kurtefîlmên bi Kurdî, 15 kurtefîlm derdikevin li pêşberî temaşevanan û dê bikevin pêşbaziyê. Di beşa pêşbirka kurtefîlman a festîvalê de kurtefîlmên bi Kurdî yên “Barê Giran”, “Huşbe!” û “Veger” jî cih digirin.
Xelatên Festîvala Fîlman a Enqereyê her sal ji aliyê Weqfa Lêkolînên Ragihandina Cemawerî ya Cîhanî û bi piştgiriya Wezareta Çand û Tûrizmê ve tê li darxistin û endamên juriyê yên pêşbirka kurtefîlman jî îsal akademîsyen Andreas Treske, lîstikvan Şenay Gurler û produktor Bulut Reyhanoglû ne.
Di festîvalê de Serokê Rûmetê yê festîvalê Oguz Onaran, endamên pêşjurî jî weke akademisyen Gîzem Akgulgil Mutlu û nivîskarê sînemayê Hasan Nadîr Derîn hatin eşkerekirin. Ji bo beşa Peşbirka Kurtefîlman a Neteweyî ya 258 fîlm serîlêdan serî li festîvalê kirine û ji van kurtefîlman 15 kurtefîlm hatin bijartin. Kurtefîlmên fînalîst dê ji bo Xelata Kurtefîlmê Baştirîn bikevin pêşbaziyê.
Fîlmên ku dê di beşa Pêşbirka Kurtefîlman a Festîvala Fîlman a Enqereyê de bêne nîşandayîn:
Anıl Kaya û Özgür Önurme: “Akvaryum”,
Ayçıl Yeltan: “Topanga”,
Büşra Bülbül: “Çamaşırsuyu”,
Erinç Durlanık: “Yasemin Adında Bir Salon Bitkisi”,
Murat Emir Eren: “Evde Yok”,
Mustafa Gürbüz: “Meryem Ana”,
Nursel Doğan: “Huşbe!”,
Ragıp Türk: “Tor”,
Ramazan Kılıç: “Servis”,
Umut Evirgen: “İyi Yemek Öldürür”,
Selman Deniz: “Veger”,
Yasemin Demirci: “İklim Değişimi”,
Yavuz Akyıldız: “Yağmur, Şnorkel ve Taze Fasulye”,
Yeşim Tonbaz Güler: “Münhasır”,
Yılmaz Özdil: “Barê Giran”
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com