Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê di Îlonê de li dar dikeve
Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê ji aliyê Şaredarîya Bajarê Mezin ê Edeneyê ve tê lidarxistin ku îsal cara 29emîn derdikeve li pêşberî sînemahezan. Serîlêdanên festîvalê jî destpê kiriye û derhêner dikarin dê heta dîroka 5ê meha Gelawêjê fîlmên xwe bişînin li navnîşana festîvalê.
Sala par li 28emîn Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê de derhênerê kurd Mehmet Alî Konar bi fîlmê xwe yê “Govenda Alî û Dayka Zîn” re Xelata Yilmaz Guneyê û Tûfan Taştan bi fîlmê xwe yê “Sen Ben Lenîn” re Xelata Temaşevanên Edeneyê girtin.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com