Festîvala Fîlman a Hong Kongê gelawêjê dest pê dike
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Hong Kongê îsal di navbera 18-31’ê meha Gelawêjê de cara 44’emîn bête li darxistin û berhevoka fîlman a festîvalê jî di 28’ê Tîrmehê were eşkere kirin.
Li gorî nûçeya ku di malpera Variety’ê de cih digire, 44’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Hong Kongê îsal di navbera dîrokên 18-31’ê meha Gelawêjê de bête li darxistin û berhevoka fîlman a bernameya festîvalê jî di 28’ê meha Tîrmehê de were eşkere kirin.
Festîval di nava meha Adarê de hatiba li darxistin û ji ber vîrusa koronayê hatibû paşxistin. Dîrektorê Festîvala Fîlman a Hong Kongê îsal Albert Lee ye.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com