Festîvala Fîlman a Karkeran, 1’ê Gulanê dest pê kir

15’emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî ji ber vîrûsa Coronayê îsal di navbera dîrokên 1-8’ê meha Gulanê de, li ser înternetê weke online bête li darxistin.

Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî îsal 15’emîn car di 1’ê Gulanê de dest pê kir û bernamaya festîvalê hat eşkerekirin. Di festîvalê de ji gelek welatan 43 kurtefîlm, belgefîlm û metraj dirêj cih digirin û fîlmên bi kurdî yên bi navê “Barê Mı Gıran O” (der: Ahmet Petek / Belgefîlm) û “Berze / Winda” (der:Murat Haksever / Kurtefîlm, 2017) di 6’ê Gulanê de bêne nîşandan.

Di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlmên Karkeran de, îsal fîlmên; “One Flew Over the Cuckoo’s”  “Otobus”, “Cumartesi Cumartesi”, Sari Mersedes”, “Umut Uzumleri” bêne nîşandayîn û bi beşdarî derhênerên hin fîlman gotûbêjan bête li darxistin.

Di festîvalê de bi giştî 43 fîlm derdikevin li pêşberî sînemahezan. Temaşevan dikarin fîlmên festîvalê li ser vê lînkê temaşe bikin.

Ji bo agahî û bername: http://iff.org.tr/

Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: