Festîvala Fîlman a Karkeran dê weke online bê li darxistin

Vîrusa Coronoyê bandorên dijwar û giran li seranserê cîhanê dike û heta niha li dinyayê bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ku bi nexweşîya Coronayê ketine gihîştîye bi hezaran kesî. Ji ber nexweşiya Coronayê hemû çalakiyên çand û hunerê hatin taloqkirin an jî li ser înternetê weke online têne kirin.

15’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Karkeran jî ji ber vîrusa Coronayê dê di navbera 1-7’ê meha Gulanê de weke online bê li darxistin. Bernameya festîvalê her sal li gelek bajaran di yekem hefteya Gulanê de tê li darxistin û îsal bernameya festîvalê dê bi dirûşmê “Ji bo kesên ku nikarin li malê bimînin” bê li darxistin. Di daxuyaniya festîvalê de hate eşkerkirin, “Em festîvalê di serî de diyarî kedkarên tenduristiyê, xebatkarên market û xizmetan, karkerên otomotîvê, kedkarên têkberên spî, karkerên avahî û hemû kedkaran dikin. Em bi vê festîvalê dibêjin ku kedkar û karkeran mecbûr dimînin ku li vê rewşa nexweşiya Coronayê bixebitin û peyama me ev e ku wan jî bibînin.”

Festîvala Fîlman a Karkeran di 1’ê meha Gulanê de, dê di demjimêra 20.30an de li ser kanala Youtubeê ya festîvalê dest pê bike. Bernameya festîvalê wê di rojên pêş de bê eşkerekirin.

Ji bo agahî:

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: