Festîvala Fîlman a Karkeran di 1’ê Gulanê de dest pê kir
15’emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî ji ber vîrûsa coronayê îsal dê di navbera dîrokên 1-8’ê meha Gulanê de li ser înternetê weke online bê li darxistin.
Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî îsal cara 15’emîn di 1’ê Gulanê de dest pê kir û bernameya festîvalê hate eşkerekirin. Di festîvalê de ji gelek welatên cîhanê 43 kurtefîlm, belgefîlm û metrajdirêj cih digirin û fîlmên bi Kurdî yên bi navê “Barê Mı Gıran O” (der: Ahmet Petek / Belgefîlm) û “Berze / Winda” (der:Murat Haksever / Kurtefîlm, 2017) dê di 6’ê Gulanê de bêne nîşandan.
Di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlmên Karkeran de, îsal dê fîlmên; “One Flew Over the Cuckoo’s” “Otobus”, “Cumartesi Cumartesi”, Sari Mersedes”, “Umut Uzumleri” bêne nîşandayîn û bi beşdarî derhênerên hin fîlman gotûbêj hatine amadekirin.
Di festîvalê de bi giştî 43 fîlm derdikevin li pêşberî sînemahezan. Temaşevan dikarin fîlmên festîvalê li ser vê lînkê temaşe bikin.
Ji bo agahî û bername: http://iff.org.tr/
Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com