Festîvala Fîlman a Karkeran weke online bête li darxistin

Vîrusa Coronoyê bandorê xwe yên dijwar û giran li seranserê cîhanê dike û heta niha li dinyayê bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û li erdnîgariya cîhanê hejmara kesên ku bi nexweşîya Coronayê ketine gihîştîye bi sedan kesan. Ji ber nexweşiya Coronayê hemû çalakiyên çand û hunerê hatin taloq kirin an jî li ser înternetê weke online têne kirin.

15’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Karkeran jî ji ber vîrusa Coronayê di navbera 1-7’ê meha Gulanê de weke online bête li darxistin. Bernameya festîvalê her sal li gelek bajaran di yekem hefteya Gulanê de tê li darxistin û îsal bernameya festîvalê bi dirûşmê “Ji bo kesên ku nikarin li malê bimînin” bête li darxistin. Di daxuyaniya festîvalê de hat eşker kirin ku weke ku her salî “em festîvalê di serî de diyarî kedkarên tenduristiyê, xebatkarên market û xizmetan, karkerên otomotîvê, kedkarên têkberên spî, karkerên avahî û hemû kedkaran dikin. Em bi vê festîvalê dibêjin ku kedkar û karkeran mecbûr dimînin ku li vê rewşa nexweşiya Coronayê de bixebitin û peyama me ev e ku wan jî bibînin.”

Festîvala Fîlman a Karkeran di 1’ê meha Gulanê de, di demjimêra 20.30an de, dê li ser kanala Youtubeê ya festîvalê dest pê bike. Bernameya festîvalê di rojên pêş de bête eşkerekirin.

Ji bo agahî:

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: