“Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan” dest pê dike
Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? Îsal cara 10’emîn di navbera 7-11’ê meha Berfanbarê de li Stenbolê tê li darxistin. Festîval, sala par ji ber sedema budçeyê hatibû taloqkirin.
10’emîn Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan dê di rojên 7-11’ê meha Berfanberê de li Aynali Geçît û TAK Kadikoyê li Stenbolê bê li darxistin. Postera festîvalê ji aliyê Volkan Olmez ve hatiye sêwirandin.
Bernameya festîvalê dê di demek nêz de bê eşkerekirin û tê de nîşandanên fîlman, forûm û xebatên atolyeyê cih digirin.
Ji bo agahî û têkilî:
http://www.hihff.org/
http://documentarist.org/
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com