Festîvala Fîlman a Locarnoyê êdî dê di beşên bêzayend de bê lidarxistin
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Locarnoyê yek ji festîvalên herî girîng ên cîhanê ye ku ji bo sala bê li festîvalê hin guherînên nû hatine eşkerekirin. Komîteya festîvalê ragihand ku bernameya 76emîn Festîvala Fîlman a Locarnoyê êdî dê di beşên bêzayend de bê lidarxistin û xelatên lîstikvanên festîvalê bêyî ferqa zayendê bêne dayîn.
Li gorî daxuyanîya festîvalê, di du pêşbirkên bingehîn de êdî bi tenê dê Xelatên Lîstikvanên Herî Serketî û Lîstikvanên Alîkar ên Herî Serketî, bêyî zayend bêne dayîn. Lîstikvanên herî serketî yên festîvalê di du beşên bingehîn ên ‘Concorso Internazionale’ û ‘Concorso Cineasti del Present’ de têne xelatkirin. Festîvalê ji bo wekhevîya zayendê biryarên nû girtine û di sala 2018an de daxuyanîyeke din dabûn û gotibûn, “Em ê statîstîkên temsîliyeta zayendî yên berhevoka fermî biweşînin, ji ber ku armancên me di sînemayê de wekhevî û zêdekirina tevlîbûnê ye.
Derhênerê hunerê yê Festîvala Fîlman a Locarnoyê Giona A. Nazzaro jî piştgirî da biryara nû ya festîvalê. Festîvala Fîlman a Berlîn jî sala par biryareke bi vî rengî girtibû û xelatên xwe bêyî ferqa zayendê dabû.
Çavkanî: Film Hafızası
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com