Festîvala Fîlman a Londonê cotmehê dest pê dike
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Londonê dê di 7-18’ê meha Cotmehê de li ser înternetê bê li darxistin.
Ji ber vîrusa koronayê li seranserê cîhanê gelek festîvalên fîlman weke online têne li darxistin. Li gorî nûçeya malpera Hollywood Reporterê, Festîvala Fîlman a Londonê jî îsal dê li ser înternetê bê li darxistin. Hat ragihandin ku bernameya festîvalê dê di navbera dîrokên meha Cotmehê (Kewçer) de weke onlineê derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemahezan. Di çarçoveya bernameya festîvalê de nîşandana 50 fîlman cih digirin.
Dîrektora festîvalê Tricia Tuttleyê di derbarê bernameya festîvalê de daxuyaniyeke da û got “Wekî gelek çalakiyên li cihanê, em jî ji ber pandemiyê û şayîşên ewlehiyê mecbûr man ku planên xwe guhertin. Xwepêşandanên navneteweyî ku em di meha borî de bûbûn şahîd, ev, careke din bi bîr xist ku divê em di derbarê newekhevî û nîjadperestiyê de tiştek bikin.”
Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com