Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Qeysîya Zêrîn destpê dike

19emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Qeysîya Zêrîn îsal di 10-17ê meha Tîrmehê de li salona konseran a Aram açaturyanê ya Êrîvana Ermenistanê li dar dikeve. Li bernameya festîvalê, fîlmên sînemayên welatên cuda û berhevokên ku ji festîvalên biperestîj ên cîhanê hatine bijartin jî tê de bi tevahî 100 fîlm bêne nîşandayîn.

Di çarçoveya Cannes L’ACID Specialê de dê fîlmê “When the Wind Calm” yê derhêner Nora Martirosyanê bê nîşandayîn. Fîlm bi hevpariya Ermenistan, Fransa, Belçîkayê hate kişandin.

Festîvala Fîlman a Qeysîya Zêrîn îsal cara nehemîn li bajarê Êrîvanê bi nîşandayîn fîlmê “Amerikatsı” (2022) destpê dike. Fîlm bi piştgirîya Navenda Sînemayê ya Neteweyî ya Ermanistanê hatiye kişandin û qala zarokekî biçûk ê Charlieyî dike ji kuştinê xwe rizgar dike û diçe Amerîkayê. Fîlmê “Amerikatsı” ji aliyê derhêner, lîstikvan, nivîskar û çêker Amerîkayî Andranik Goorjian ve hate nivîsandin û kişandin. Andranik Goorjian bi eslê xwe ermenî ye û li DYAyê mezin bûye, Goorjian û Kristie Alley ji Xelatên Emmyê Xelatên Lîstikvanên Baştirîn girtine. Herwiha di rêzefîlmê “Party of Five”yê de bi lîstikvan Neve Campbell re lîstin ku Party of Five xelata Girovera Zêrîn girtibû, derhêner û lîstikvan Andranik Goorjian di fîlmê “The Wizard of Lies” yê platforma dîjîtal a HBOyê de lîstibû ku serlîstikvanê fîlmê Robert De Niro bû.

Di bernameya taybet a bi navê “ARTSAKH: Komara Nedîtî” a festîvalê de fîlmên Esam Nagi, Federico Lemos, Thomas Sideris, Arman Yeritsyanî jî derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Ji bo agahî û bername: https://www.gaiff.am/

Çavkanî: Agos

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: