Festîvala Fîlman a San Sebastianê îlonê dest pê dike
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya San Sebastianê îsal cara 68’emîn, di 18’ê meha Îlonê de bi nîşandana fîlmê “Rifkin”ê dest pê dike.
Li gorî nûçeya malpera sînemayê Indiewireê, 68’emîn Festîvala Fîlman a San Sebastianê di 18’ê Îlonê de bi fîlmê “Rifkin” yê derhênerê navdar Woody Allenî re dest pê dike. “Rifkin” fîlmê dawî yê Woody Allenî ye ku qala çîroka jinûmerekê Amerîkayê dike.
Di fîlmê romantîk-komediyê de lîstikvanên wekî; Elena Anaya, Louis Garrel, Gina Gershon, Sergi López, Wallace Shawn û Christoph Waltz jî lîstine.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com