Festîvala Fîlman a Silêmanîyê Cotmehê dest pê dike
4’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanîyê di hefteya yekem a meha Cotmehê de ye û îsal di bernameya Festîvalê de ji 57 welatan 120 fîlm cih digirin.
Festîvala Fîlman a Silêmanîyê cara çarem li bajarê Silêmanîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê di hefteya yekem a meha Cotmehê de dê bê lidarxistin. Di çarçoveya bernameya Festîvalê de dê ji 79 welatan 134 fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm bêne nîşandayîn û fîlman Xelata “Guzika Zêr” jî têde di 8 beşan de bên xelatkirin, fîlmên bernameya festîvalê di beriya meha cotmehê dê bê eşkerekirin.
Li Festîvala Fîlman a Sîlêmanîyê mijar îsal weke, ‘Werin Em bi Hev Re Jîngehê Biparêzin” hate xuyakirin û festîval dê bi nîşandayîna fîlmê “Xuşkîtîya Çekan ya Jinan” dest pê bike.
Kûratora koleksiyona fîlmên Tirkiyeyê Îlknur Bilir diyar kir ku “Huner xwedî roleke wisa ye ku her tim sînoran ji nav dibe û bêwate dike û diyar dike, “Bêguman em dikarin vê yekê ji bo sînemayê jî bibêjin. Koleksiyana îsal ji bo avakirina derfetekê bo li hev kombûna çandên cuda yên sînemayê û boçûnên cuda, girîng e. Hêvîdar im ji bo salên bê, ev bo sînemaya Kurdî dê zemîneke hevkariyên berhemdar pêk bîne.” (Çavkanî: Rûdaw)
Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî Silêmanîyê de digel nîşandayîna fîlman, hin panelên ku li ser sînemayê û xebarkarên endûstriya fîlman, di mijarên fon û alikarîya bo sînemavanan de, dê bêne organîzekirin.
Sala par, çêkerê fîlmê anîmasyona bi navê “Moana”yê Rhys Graham, lîstikvana Zelandaya Nû Rachel House, derhênerê navdar ê cîhanê Mecîd Mecîdî û lîstikvanê Îranê Navid Mohammadzadeh ku di sala 2017’ê de di Festîvala Fîlman a Venedîkê de xelata lîstikvanê herî serketî wergirtibû, mêvanên bernameya festîvalê bûn.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com