Festîvala Fîlman a Silêmanîyê di Berfanbarê de li dar dikeve
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê îsal cara 6’emîn di navbera 16-23yê meha Berfanbarê de li bajarê Silêmaniyê li dar dikeve û pêvajoya serîlêdanê ya festîvalê dê di meha Gelawêjê de destpê bike.
Festîvala Festîvala Fîlman a Silêmaniyê yek ji festîvalên herî girîng ên Sînemaya Kurdî ye û îsal di rojên 16-23yê Berfanbarê de derdikeve li pêşberî sînemahezan. Hate ragihandin ku serîlêdanên bernameya festîvalê wê di 25ê Gelawêjê de destpê bike.
Di çarçoveya bernameya Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê de her sal gelek kurtefîlm, belgefîlm û metraj dirêj ên bi Kurdî û biyanî têne nîşandan û fîlmên festîvalê di gelek beşan de dikevin pêşbaziyê.
Ji bo agahî:https://www.slemanifest.com/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com