Festîvala Fîlman a Stenbolê û nirxandinek li ser fîlma Kurdî Sonne*
Nûçe-Nivîs: Omer Bextîyar
41emîn Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Stenbolê ku ji aliyê Weqfa Huner û Çandê a Stenbolê (ÎKSV) ve tê sazkirin, di 7ê Nîsanê da li Salona Konserê a Cemal Reşit Beyê bi merasîma vekirinê dest pê kir.
Festîval wê di navbera 8 û 19ê Nîsanê da 12 rojan berdewam dike û li 7 salonên sînemayê fîlm bêne nîşandan.
Di festîvala ku ji ber pandemiyê piştî 2 salan cara ewil rûbirû / fîzîkî li salonan birêve diçe de; di 14 beşan da ji 43 welatan, 135 fîlmên metrajdirêj, 22 jî yên metrajkurt bi giştî wê 157 fîlm bêne nîşandan. Her wiha di dawiya festîvalê da wê di kategoriyên cuda de fîlmên herî baş bên hilbijartin û werin xelatkirin.
Her wiha di festîvalê de 5 fîlmên derhenerên Kurd jî dê bêne nîşandan. Fîlmên Kurdî (li gel ku zimanên wek Almanî, Tirkî û Farisî jî di nav hin fîlman da hene) ev in; fîlma bi navê “Ezmûn” a Şewket Emîn Korkî, “Beriya Şevê” ya Alî Kemal Çinar, “Çar Dîwar” a Bahman Ghobadî, “Sonne” ya Kurdwîn Ayub û “Zalava” ya Arsalan Amîrî.
Li gel vê bi qasî ku ez lê rast hatim du fîlmên Tirkî ên du derhênerên Kurd jî di festîvalê da cih digrin. Ya ewil, fîlma derhênerê Qersî Soner Caner a bi navê “Mukavemet” (Miqawemet), ya duyem jî kurtefîlma derhênerê Mûşî Serhat Karaaslan a bi navê “Suçlular” (Sûcdar).
Trajedîya malbateke Kurd li Awustiryayê; fîlma Sonne
Di çarçoveya Festîvala Fîlman a Stenbolê da fîlma ewil ku min li Sînemaya Beyogluyê temaşe kir fîlma “Sonne” ya derhênera ciwan Kurdwîn Ayub e. Fîlma ku bi zimanê Kurdî û Almanî (piranî bi Almanî bû) hatîye kişandin, bi jêrenivîsa Tirkî û Îngilîzî hate nîşandan.
Derhêner Kurdwîn Ayuba 32 salî, di sala 1990an da li başûrê Kurdistanê jidayîk dibe. Malbata Ayub di salên 90î da ji ber şertên şerî koçî Vîyanaya paytexta Awustiryayê dike. Ayub, li Unîversiteya Viyanayê, li beşa Resm û Anîmasyonê dixwîne û ji sala 2010an û vir ve jî dest bi çêkirina fîlmên anîmasyon, kurtefîlm, belgefîlm û metrajdirêjan dike. Ew heta niha vîdeoperformans jî di nav da 21 heb fîlm kişandine û kurtefîlmên wê li gelek festîvalên navdewletî hatine nîşandan û hatine xelatkirin.
Fîlma wê ya ewil a metrajdirêj “Sonne” (Bi Almanî tê maneya rojê), promiyera xwe ya dinyayê li 72.Berlinaleyê kir û di Pêşbaziya Rastîhevhatinan a Berlinale’22 (GWFF) da Xelata Fîlma Ewil a Herî Baş bidest xist.
Fîlma “Sonne”niha jî di 41emîn Festîvala Fîlmên Navdewletî ya Stenbolê, di beşa “Festîvalên Cîhanê” da, li gel fîlma “Ezmûn” a Şewket Emîn Korkî di pêşbaziyê da ye.
Fîlm behsa çi dike û ji me ra çi dibêje?
Bi kurtasî fîlm behsa populerbûna 3 xwendekarên keç ku li bajarê Vîyanayê unîversîteyê dixwînin dike. Serkaraktera fîlmê Yasemîn Kurdeke başûrî ye, lê malbata wê wek ya derhêner di salên 90î da koçî Vîyanaya kiriye û ew bi xwe li Vîyanayê jidayîk bûye. Yasemîn bi hevalên xwe yên Awustiryayî Nati û Bella ra vîdeoyeke Tik-Tokê ku tê da stran dibêjin û dans dikin belav dikin û ew vîdeoya wan li ser sosyal medyayê dibe viral. Lewra Yasemîn sergirtî ye û ev yek zêdetir balê dikşîne. Her sê heval koma muzîkê ava dikin û vîdeoyên bi vî rengî belav dikin. Yasemîn piştî belavbûna videoyên reqsê di nav Kurdên Vîyanayê da tê naskirin û bi hevalên xwe ra di şahiyên Kurdan da cih digrin û stranan dibêjin.
Di berdewamiya fîlmê da em rastê malbata Kurd a Yasemîn tên. Bav û dayik li malê bi Kurdi û Almanî diaxivin. Bavê Yasemîn Omer merivekî pir komîk û modern e. Dayik jineke mihefezekar e û ji ber nexweşîna xwe tim li mal e û ji her tiştî gilî û gazin dike. Her wiha ji bo ku keça wê nimêj bike û li ser kevneşopiya xwe bajo tim israr dike û tim mêrê xwe bi bêberpirsyariyê sûcdar dike. Ji axaftina dayikê diyar e ku ew bi xwe jî başûrî ye, her wiha bav jî bi Kurdîya Mêrdînê diaxive. Car caran rengê torîtiyê jî pê dikeve. Helbet ev nuansa cudabûna zarava û devokan bo me Kurdan girîng e, lê ji bo biyanîyan zimanê karakteran bes Kurdî ye û hew. Her wiha bi navê Kerîm birayekî Yasemîn jî heye. Kerîm lîse dixwîne û li taxê bi çend hevalên xwe yên Awustiryayî ra ji xwe ra çeteyek çêkirine. Çete li daristanan xinzîran dikujin û videoya qetilkirina wan li ser înternetê diweşînin. Yanê her du zarokên malê bûne ‘fenomen’.
Her sê hevalên ku koma muzîkê ava kirine, li dawetên Kurdan cilûbergên Kurdî li xwe dikin û derdikevin ser sehnê û performansên xwe nîşan didin. Yasemîn Nati û Bella bi bavê xwe dide naskirin. Her du keçik pir meraqa Hewlêrê dikin. Bav soz dide wan ku ew bibe Hewlêrê. Keçik bi vê wehdê pir kêfxweş dibin û pir kêfa wan ji bavê Yasemîn ra tên. Çanda Kurdî jî ji wan ra sofistike tê û bi govend û dîlanê demên xweş derbas dikin. Lê di vê heyamê de nakokiyên Yasemîn zêdetir derdikevin pêş. Li derve ew bi hevalên xwe ra dans dike, alkol vedixe û kêf dike, lê dema tê malê ji ber zordestiya dayika xwe ew cilên nimêjê lixwe dike û nimêj û dia dike. Ev nakokîya pê ra rûbirû dimîne, yanê populerbûn, sosyal medya, jipaşvemayîna ji hevalan, tengezarî û bêhntengiya di navbera sekulerîzm (modernizm) û dînê (kevneşopî) da, mayîna di navberê çanda Kurdî û Awustiryayî de dike ku ew êdî biryareke bide. Ew di vê proseyê da zêdetir azad bûye, xwe nas kiriye û êdî dixwaze wek hevalên xwe yên din azadtir bibe. Yasemîna ku pêşî di şeva îraniyan da bêyî laçik dikeve salonê, dema diçe zanîngehê laçika xwe ji serê xwe dide alî. Hevalên sinifê cara ewil e ew serqot dibinin, ji loma jî kur û keç hemû heyirî dimînin. Heta hevalek wê deste xwe dide porê wê.
Di nav fîlmê da em rastê du ciwanên Kurd ên ji rojavayê Kurdistanê jî tên. Yek ji wan cilên pêşmerge lixwe kiriye û xwedî şiûreke polîtîk e. Heta Kurdî fêrî Bellayê dike û bi alên Kurdistanê digerin. Yasemîn Kurdî fêm dike lê nikare biaxive. Li vir em dibinin ku ciwanên Awustiryayî nizanin ka Erbîl li ku derê ye, heta henek dikin dibêjin Erbîl li Îngiltereyê na li Iraqê ye.
Sehneya ku Yasemîn serê xwe dideyne ser çoka dayîka xwe sehneyek dilşewat e. Lewra dayîka ku li hember zarokên xwe hişk e, behsa zilma BEASê ya li ser Kurdên başûr dike û digirî. Dayîk dibêje, niha her tişt dîsa xwe dubare dike. Em dibînin ku dayîk hêj xwe ji tramwayên şerî rizgar nekiriye. Bi giştî malbata Yasemîn ji ber penaberiyê malbatek bextewar nîn e. Ew cudahiya di navbera dayîk û zarokan da, ew firqa têgihiştina cîhanê nahêle ku ew bi hev re kontaktek durust û bi sihet ava bikin. Ji loma dema ez lê dinerim bav her çiqas dilrehm û xwedî li Yasemîn derkeve jî, bi giştî malbatek perçebûyî dixuye. Ji loma jî min sernav wek “Trajediya malbateke Kurd li Awustiryayê” danî.
Fîlmeke pir lawaz û temaşekirina wê jî zehmet e
Helbet di fîlmê da mijarên wek, kultura populer, nifşa Z, bikaranîna sosyal medya û teknolojiye, daxwaza azadiya ciwanan, mijara koçberî, entegrasyon, tramwaya şerî hebin jî li gorî min ji ber senaryoya nekamil û ji ber teknîka kişandinê fîlmeke serkeftî nîne. Lê helbet derhênerek Kurd rabe ji Awustiryayê fîlmeke wiha bikşîne û ew fîlm li festîvalên cîhane bigere û hêjayî xelatê bê dîtin ev yek cihê pesindayînê ye. Lê ev jî nayê maneya ku fîlmeke tekûz û pir serkeftî ye û em behsa kêmasî û qisûrên wê nekin.
Ji ber ku di nav fîlmê da kareyên sabît nîne, kamera tim bi hereket û aktuel e, her wiha ji ber ku vîdeoyên ku bi telefonê hatine kişandin tim tê da heye temaşekirina fîlma “Sonne” bi rastî jî zehmet dibe. Her wiha lîstikvaniya fîlman jî zêde baş nîne, wek nîvamatorî dixuye. Fîlm hinekê bi tabiîbûna xwe nêzî tarza belgefîlmê ye. Lê ez hêvîdar im ku derhêner Kurdwîn Ayub bi enerjiya xwe di pêşerojê da fîlmên xweştir bikşîne.
Kunyeya Fîlmê:
Navê Fîlmê: Sonne
Derhêner: Kurdwin Ayub
Senaryo: Kurdwin Ayub
Lîstikvan: Melina Benli, Law Wallner, Maya Wopienka
Welat: Awisturya
Sal: 2022
Cure: Drama
Dem: 87 deqe
Ziman: Kurdî û Almanî
Puana IMDb: 6
Çavkanî:
Bo Trailera filmê:
https://www.imdb.com/title/tt15429106/
https://www.imdb.com/name/nm8628868/?ref_=rvi_nm
https://film.iksv.org/tr/kirkbirinci-istanbul-film-festivali-2022/sonne
http://www.kurdwinayub.com/bio/
https://www.berlinale.de/en/festival/awards-and-juries/best-first-feature-award.html
*Omer Bextîyar-Rojnameger
Mail: sonmezomer21@gmail.com
11.04.2022, Stenbol
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com