Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê li benda fîlman e

12emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Cezayê di navbera dîrokên 18-24ê meha Berfanbarê de bi têmaya “Dad”ê li Stenbolê li dar dikeve. Serîlêdanên festîvalê jî destpê kiriye û dê heta 16ê Îlonê bidome.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Cezayê îsal cara 12emîn di Berfanbarê de derdikeve li pêşberî sînemahezan. Hate ragihandin ku pêvajoya serîlêdanê ya fîlman destpê kir ku sînameger dikarin heta 16ê Îlonê fîlmên xwe bişînin li festîvalê.

Fîlmên festîvalê wê di du beşên “Pêşbirka Metrajdirêj a Şehîna Zêrîn ya Navneteweyî” û “Pêşbirka Kurtefîlman a Şehîna Zêrîn ya Navneteweyî” de bikevin pêşbazîyê.

Ji bo agahî: www.icapff.com 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir