Festîvala Fîlman a Tokyoyê bi fîlmê Yojî Yamadayê dest pê dike!
Fîlmê nû yê Derhênerê navdar ê Japonî Yojî Yamadayê, “Welcome Back, Tora-San” cara yekem di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tokyoyê de weke fîlmê destpêkê bêne nîşandayîn.
32’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî Tokyoyê îsal dê di navbera 28’ê Cotmehê û 5’ê Mijdarê de li dar bikeve.
Derhênerê navdar ê cîhanê Yojî Yamada di sala 1931’ê de hatiye dinê û heta niha bi dehan fîlman kişandine. Yojî Yamada di heman demê de, di sînemaya cîhanê de, derhênerê rêzê fîlmê sînemayê ya herî dirêj domdar e. Yekem fîlmê rêza “Tora-San”ê, “It’s Tough Being a Man’ di sala 1969’ê hatiye kişandin. Fîlmê dawî yê Yojî Yamadayê “Welcome Back, Tora-San”, fîlmê 50’emîn a rêza “Tora-San”ê ye.
Derhênerê navdar Yojî Yamada bi fîlmên xwe yên wekî, ‘’The Twilight Samurai’’ (2003) û ‘’Tokyo Family’’ (2013) ve tê naskirin.
Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com