Festîvala Fîlman a Venedîkê Îlonê dest pê dike

Li cîhanê ji ber şewba coronayê gelek festîvalên fîlman hatin taloq kirin an jî weke online têne li darxistin. Hat ragihandin ku yek ji festîvalên fîlman ên girîngtir ên hunera sînemayê, Festîvala Fîlman a Venedîkê îsal dê di meha Îlonê de bê li darxistin.

Vîrusa coronayê wekî hemû warên jiyanê, bandorê li xebatên sînema û televîzyonê jî kirin û li seranserê dinyayê gelek festîvalên fîlman hatin taloq kirin an jî weke online têne li darxistin. Hat ragihandin ku yek ji festîvalên fîlman ên girîngtir ên hunera sînemayê, Festîvala Fîlman a Venedîkê îsal dê di meha Îlonê (rêzber) de bê li darxistin.

Li gorî nûçeya malpera Varietyê, parêzgarê Veneto Luca Zaia ragihand ku rojên plankirî yên Festîvala Fîlman a Venedîkê ti guhertin nehatiye kirin û îsal cara 77’emîn dê di navbera dîrokên 2-12’ê Îlonê bê li darxistin û li bernameya festîvalê de ji ber şewba coronayê li gorî salên borî dê kêmtir fîlm cih bigirin.

Festîvala Fîlman a Venedîkê, di destpêka meha Gulanê de bi rêvebirên endustrîya sînemayê hin hevdîtinan pêk anîn û li ser şayîş û pêşniyarên sektora sînemayê axaftine. Lêkolîn ji aliyê derhênerê hunerê yê Festîvala Fîlman a Venedîkê Alberto Barbera ve hatiye kirin û li gorî vê lêkolînê, nûnerên sektorê bi ewle dîtin e ku bernameya festîvalê jî wekî ku hatiye plan kirin dê bê li darxistin. 

Di meha Rêbendanê de hatibû eşkere kirin ku li bernameya festîvalê îsal lîstikvana navdar a xelatgir Cate Blanchett ji bo xelata Şêrê Zêrînê bû Seroka Juriyê.

Her wiha hat ragihandin ku Xelatên Oscarê jî dikare were bi paş ve xistin. Li gorî nûçeya malpera Varietyê, Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê nîqaşî li ser dîroka Merasîma Xelatê ya 93’emîn Xelatên Oscarê dikin. Dîroka Oscarê weke 28’ê Reşemîya 2021’ê hatibû eşkere kirin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir