Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney ji nû ve dest pê dike
8’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney di navbera dîrokên 26’ê Reşemî û 1’ê Adara 2020’ê de, ji bo bîranîna Derhênerê nemir ê kurd Yilmaz Guneyî li Êlihê bêne lidarxistin
Şaredariya Batmanê bi Navenda Çanda Bahar, Yeni Sînema Kolektîfî BART (Komeleya Çand û Huner a Batmanê) û Yenî Sahneyê, di navbera 26’ê Reşemî û 1’ê Adarê de 8’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney li dar dixin. Bo festîvalê serîlêdanên fîlman dest pê kir û dê heta 25’ê Rêbandanê bidome.
Bi beşdariya Hevşaredarên Batmanê Songul Korkmaz û Dr. Mehmet Demir di der barê festîvalê de agahî hat dayîn. Cîgerê Şaredaran Şehrîban Aydin daxuyanîya çapemenîyê xwend û got ku armanca me, ji bo projeyên sînemavanên ciwan û xwendakaran afirandina dorhêleke ye û balê kişand li ser rewşa huner û sînemayê. Aydin eşkerekir ku di bernameya festîvalê de, ji gelek cihên cîhanê; fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm bêne nîşandan û dê panel, bi beşdariya derhêner û lîstikvanên fîlman hevpeyvîn û xebatên atoleyeyan jî cih bigirin.
Şehrîban Aydin eşkere kir ku îsal dê beşên pêşbirkê bê rakirin û di şûna vê de ji bo belgefîlm û kurtefîlman beşên pêşxistin û piştgirîyê hatin afirandin. Di çarçoveya beşa Piştgirî û Pêşxistina Belgefîlman de bo du projeyan 10.000 TL û di çarçoveya beşa Piştgirî û Pêşxistina Kurtefîlman de bo du projeyan 10.000 TL dê piştgirî bidin.
Derhêner û sînemavanan dikarin projeyên xwe heta 25’ê Rêbendana 2020’ê bigehînin/bişînin.
Ji bo agahî û têkilî: www.yilmazguneyfilmfestivali.com
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com