Festîvala Fîlmana a Silêmaniyê sibê dest pê dike
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê îsal cara çaremîn dê di navbera dîrokên 1-7’ê meha Cotmehê bi dirûşmê ‘Werin Em bi Hev Re Jîngehê Biparêzin” bê li darxistin.
4’emîn Festîvala Fîlman a Silêmaniyê di 1’ê meha Cotmehê (sibê) de bi fîlmê “Sisters in Arms” (Xwişkên Cengê) dest pê dike ku li festîvalê fîlmên “İçerdekiler” (Yên li Hundir), “Kız Kardeşler” (Xwişk), “Bîr” (Kuyu), belgefîlmê “Diyalog” jî têde ji 57 welatan 120 fîlmên dirêj, kurtefîlm, belgefîlm û anîmasyonan cih digirin. Fîlmên festîvalê Xelata “Guzika Zêr” jî têde dê di 8 beşan de bêne xelatkirin. Koma muzîka kurdî Kamkaran wê di yekem şeva festîvalê de konsêreke bide.
Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî Silêmanîyê de; digel nîşandayîna fîlman, dê hin panelên ku li ser Sînemaya Kurdî û Sînemaya Cîhanê û produksiyon û belavkirina fîlmên bi Kurdî û xebatkarên endûstriya fîlman, mijarên fon û alikarîya bo sînemavanan, bêne organîzekirin.
Fîlmên festîvalê dê di dîroka 7’ê meha Cotmehê de bi merasîmeke bêne xelatkirin û festîval bi konsera koma muzîka kurdî “Nishtiman”ê bi dawî bibe.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com