Festîvala Fîlmên Avahîsazî û Bajarî di Cotmehê de derdikeve li pêşberî sînemahezan
16emîn Festîvala Fîlmên Avahîsazî û Bajarî ya Navneteweyî ya Stenbolê dê di navbera rojên 3-5ê meha Cotmehê de bê lidarxistin ku hate ragihandin, serîlêdanên festîvalê destpê kir û dê heta 15ê Tîrmehê bidome.
Festîvala Fîlmên Avahîsazî û Bajarî ya Stenbolê ji sala 2007ê û bi vir ve ji aliyê Odeya Avahîsazan ve tête lidarxistin ku îsal di hefteya yekem a meha Cotmehê de derdikeve li pêşberî temeşavanan. Festîval bi armanca afirandina fîlmên nû yên “avahîsazî û bajarî” tê lidarxistin û bi vê mebestê belgefîlm û anîmasyonên nû tîne li pêşberî sînemahezan. Li festvalê îsal dê ji bo bîranîna Serokê Berê yê Şaxa Odeya Avahîsazan a Stenbolê avahîsaz Samî Yilmazturkî xelateke bidin.
Li Festîvala Fîlmên Avahîsazî û Bajarî ya Stenbolê; belgefîlm û fîlmên anîmasyonê têne nîşandayîn û di çarçoveya bernameya festîvalê de pêşbirkeke navneteweyî jî cih digire. Festîval, fîlmên ku li ser mijarên avahîsazî, bajar, havêrke, xweza, pirsgirêka avahî, mafên bajarî, dadiya civakî, veguherîna bajariyî hatine kişandin qebûl dike.
Odeya Avahîsazan di sala 1954ê de hatiye avakirin û ji bo pêşvebirina çanda avahîsazî, parastina çanda dîrokî û li ser kalîteya jiyanê dixebite.
Xelatên Festîvalê:
Xelata Taybet a Samî Yilmazturkî Özel Ödülü (Di beşa Neteweyî de): 8.000.- TL
Belgefîlm:
Xelata Yekemînî: 8.000.- TL
Xelata Duyemînî: 6.000.-TL
Xelata Sêyemînî: 5.000.- TL
Anîmasyon:
Birincilik Ödülü: 8.000.- TL
İkincilik Ödülü: 6.000.-TL
Üçüncülük Ödülü: 5.000.- TL
Lijneya Bijêr a Pêşbirkê: Hîlmî Etîkan (Derhênerê Belgefîlman, Rêveberê Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Stenbolê), Gul Buyukbeşe (Derhênera Belgefîlman), Can Candan (Derhênera Belgefîlman, Akademîsyen, Zanîngeha Bogazîçîyê), Kemal Cengîzkan (Hunermendê Wêneyan), Doguş Demîr (Ragihîner), Ayşe Derîn Oncel (Avahîsaz, Doç. Dr. Endama Hîndekarîyê), Eser Yagçi (Avahîsaz, Dr. Endamê Hîndekarîyê), Ugur Vardan (Rojnamevan-Nivîskar, Avahîsaz)
Ji bo agahî û serîlêdanê: archfilmfest@archfilmfest.org – arsiv@mimarist.org www.archfilmfest.org
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com