Festîvala Fîlmên Jinan a Filmmorê 12’ê Pûşberê dest pê dike
18’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Filmmorê di dîroka 12’ê meha Pûşberê de bi dirûşmê “Sînemaya Mafparêz” dest pê dike.
Festîvala Fîlmên Jinan a Filmmorê îsal ji ber şewba koronayê hatibû paşxistin û dê di navbera dîrokên 12-22’ê meha Hezîranê de bi dirûşmê “Sînemaya Mafparêz” weke online li dar bikeve.
Di bernameya 18’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Filmmorê de di beşên “Sînemaya Mafparêz”, “Sînemaya Jinan”, “Kadraja Femînîst”, “Hişa Femînîst”, “Bedena Me Ya Me Ye”, “Zayend û Fîlm-î Takîp” de; nîşandana fîlman, panêl, hevpeyvîn û xebatên kargehan jî cih digirin. Di beşa “Hişê Femînîst”ê de îsal derhênera navdar Alice Guy-Blache û di beşa “Kadraja Femînîst” de jî derhênera dîmenê Claire Pijman dibin mêvan.
Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Filmmorê dê di 12’ê mehê de weke online dest pê bike û di dawiya bernameya festîvalê de Xelatên Bamyeya Zêrîn bêne dayîn. Li festîvalê, Xelata Piştgiriya Kameraya Morê jî dê ji bo hemû fîlmên festîvalê bê dayîn.
Ji bo agahî û têkilî: www.filmmor.org
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com