Festîvala Fîlmên Jinan a Filmmorê cara 20emîn derdikeve li pêşberî sînemahezan
Festîvala Fîlmên Jinan a Filmmorê ya Gerok ya Navneteweyî ji sala 2002yê bi vir de bi dirûşme “Jin Sînema Dikin” tê lidarxistin. Bernameya festîvalê îsal cara 20emîn di navbera dîrokên 5ê Mijdarê û 18ê meha Berfanbarê derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Di çarçoveya 65 festîvalên gerok ên Filmmorê de heta niha bi tevahî 937 fîlm hatin nîşandayîn.
20emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Filmmorê îsal dê di hefteya yekem a Mijdarê de destpê bike û heta 18ê Berfanbarê bidome ku bernameya festîvalê hate eşkerkirin. Li festîvalê wê di beşên “Sînemaya Jinan”, “Sînemagerên Li Banê”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kadın Cinayetleri Önlenebilir” (Mirov Dikarin Pêşî li Kuştina Jinan Bigirin), “Bêcih û Bêwar”, “Parola: Aştî, Bîra Femînîst” de 39 fîlmên cîhanê derbikevin li pêşberî sînemahezan. Belgefîlma helbestvana navdar Furûx Ferûxzad ya “Xanî Reş e” (1962) û belgefîlma derhêner Rahşan Benî-Îtîmad ya “Our Times” (2002) dê di beşa “Jin, Jiyan, Azadî” de ji bo bîranîna Jîna Masha Emînî bêne nîşandayîn. Fîlmê derhêner Ahû Ozturk yê “Toz Bezî” (2015) û fîlmên “Jiyan”, The Guardian” jî di festîvalê de cih digirin.
Di bernameya festîvalê de; hevpeyvînên fîlman û forûmên bi navê “Jinên ku Fîlm Berhev Dikin”, “Kadın Cinayetleri Önlenebilir”, “Sînemagerên Bêcih û Bêwar”, Têkoşîna Bêdawî ya 120 Salî: Nimana Siyasî ya Jinan” jî hene.
Hemû nîşandayîna fîlman û çalakîyên sînemayê yên festîvalê bêpere ne.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com