Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Filmmorê dest pê dike

18emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Filmmorê îsal dê di navbera dîrokên 16ê Adarê û 10ê Gulanê li 7 bajaran bê li darxistin. Di bernameya festîvalê de nîşandayîna 46 fîlm û çalakiyên hevpeyvîn, panel û atolye jî cih digirin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Gazete Karıncayê de cih digire, Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Filmmorê îsal cara 18emîn dê li 7 bajaran bê li darxistin. Bernameya festîvalê li Stenbol, Amed, Bodrûma Muglayê, Antalya, Edene û Yalovayê derdikeve li pêşberî sînemahezan.

Bernameya Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Filmmorê dê di dîroka 16ê Adarê de li Navenda Çanda Frensizê li Stenbolê dest pê bike û heta 22’yê mehê berdewam bike. Piştî vê dîrokê fîlmên festîvalê wê li Navenda Çanda Cennet a Kuçukçekmeceyê û bi Sînebûsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di 8 gundên Stenbolê de jî bêne nîşandan.

Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Filmmorê, bi piştgiriya Kooperatîfa Jinan a Filmmorê, Komeleya Piştgiriya Jinan a Anyalyayê, Komeleya Piştgiriya Jinan a Bodrûmê, Komeleya Jinan a Roseyê, Kolektîva Keda Jinan, Plaftorma Jinan a Edeneyê, Platforma Jinan a Yalovayê ve tê li darxistin. Bernameya Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Filmmorê; di 4-5ê Avrêlê de li Bodrûmê, di 11-12ê Avrêlê de li Antalyayê, di 18-19ê Avrêlê de li Mersînê, di 25-26ê Avrêlê de li Yalovayê, di 2-3yê Gulanê de li Edeneyê, di 9-10ê Gulanê de li Amedê bê li darxistin.

Di festîvalê de bi mijara “Sînemaya Mafparêz” beşeke taybet jî cih digre. Di beşên “Sînemaya Jinan”, “Bîra Femînîst”, “Bedenên Me Yên Me Ne” û “Cins-iyet-ler” de dê ji 21 welatên cîhanê 46 fîlm bêne nîşandan û çalakiyên hevpeyvîn, panel û atolye jî cih digirin.

Di beşa “Bîra Femînîst” de îsal derhênera yekem Alice Guy-Blaché heye. Derhêner-çêkera Frensayê Alice Guy-Blaché yekem fîlmên çêkirî-biçîrokî (sêwirî) yên cîhanê kişandine.

Di bernameya Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Filmmorê de, bi mijarên “Sînemaya Mafparêz” û Hunermendên Sînemayê” du panel û Konferansa Sînemayê Jinan a li Efrîqaya Bakûr û Tirkiyeyê û Atolyeya Çîrokbêjî cih digirin.

Ji bo agahî: https://filmmor.org/

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: