Festîvala Fîlmên Jinan a Uçan Supurge dest pê dike

Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge îsal cara 23’yemîn dê di dîrokên 7-14’ê meha Gulanê de weke online bê li darxistin.

23’yemîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurge wê di navbera dîrokên 7-14’ê meha Gulanê de weke online li ser înternetê bi diruşmê “em li malê man” bê li darxistin ku bername û xelatên festîvalê hatin eşkere kirin.

Di çarcoveya bernameya festîvalê de her sal xelatên Bilge Olgac a Serketinê û Pîrheboka Ciwan têne dayîn. Îsal li festîvalê ji 31 welatên cîhanê 76 fîlmên dirêj û gelek kurtefîlm û belgefîlm weke online derdikevin li pêşberî sînemahezan û dê atolye, gotûbêj û çalakîyan bêne li darxistin.

Seroka Rûmetê ya Festîvalê hunermend Turkan Şoray, di derbarê bernameya Festîvala Fîlmên Jinan a Uçan Supurgeyê de daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê de hate eşkerekir ku derhêner Handan Îpekçî, Işil Ozgenturk û Sevîl Demirci Xelata Bilge Olgaç a Serketinê û Cemre Ebuzziya Xelata Xelata Pîrheboka Ciwan û Nebahat Çehre û Şahida Tekand jî Xelatên Rûmetê girtin.

Ji bo agahî: https://ucansupurge.org.tr/

Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir