Festîvala Fîlmên Karkeran li benda fîlmên sînemageran e
18emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Karkeran wê di navbera 1-7ê meha Gulana 2023yê de li Stenbol, Enqere, Îzmîr û li gelek bajarên din bêne lidarxistin. Li ser hesabên medyaya civakî ragihandin ku pêvajoya serîlêdanê ya festîvalê destpê kiriye.
Sînemager dikarin heta dîroka 15ê meha Rêbandana 2023yê fîlmên xwe (belgefîlm, kurtefîlm û metrajdirêj) li bernameya Festîvala Fîlmên Karkeran bişînin. Di çarçoveya festîvalê de her sal gelek fîlm derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com