Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê bi fîlmê “Cîran” destpê dike
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê îsal cara 12emîn dê di navbera rojên 13-19ê Cotmehê de derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê û bi nîşandayîn fîlmê derhênerê kurd Mano Xelîl yê “Cîran” (Nachbarn) re destpê dike. Fîlmê “Cîran” di gelek festîvalên fîlman de hate nîşandayîn û xelat girtin.
12emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê di 13-19ê Cotmehê de bi mijara “Rojava” li dar dikeve û li festîvalê her sal gelek fîlmên sînemaya Kurdî û sînemaya cîhanê têne nîşandan. Li festîvalê îsal wê 50 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlm, ezmûnî û fîlmên zarokan li sînemayên Babylon Mitte, Moviemento û FSKyê bêne nîşandayîn.
Belgefîlmên “Rojek” (2022/Keneda), “Radio Kobanî”, “Heza”, “Commander Arian” (Îspanya) û fîlmên metrajdirêj “Das Milan Protokoll” û “The Road to Aleppo” jî dê di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê de derbikevin li pêşberî sînemahezan. Gelek kurtefîlmên sînemagerên ciwan dê li beşa Pêşbirka Kurtefîlman a festîvalê bikevin pêşbazîyê û Çarnewa Suleyman, Şîlan, Enîz, DJ Bariş Cengîz û Yildiz Gultekin dê di şeva merasîmê de konserê bidin.
Çavkanîya nûçeyê: Rojnameya Evrensel û Kurdisches Filmfestival Berlin
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com