Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê di meha Cotmehê de li dar dikeve

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ji alîyê Mîtosfîlmê ve ji sala 2002yê bi vir de tê lidarxistin ku îsal cara 13emîn di navbera rojên 6-12ê meha Cotmehê de li Mitte û Kreuzbergê (Berlîn) li dar dikeve. Rojnameya Le Monde Diplomatique Kurdî partnerîya çapemenîyê ya festîvalê dike û fragmana festîvalê ya fermî hate weşandin. Bernameya festîvalê ji kurtefilm, belgefilm û filmên metrajdirêj pêk tê, him fîlmên sînemagerên kurd, him jî fîlmên sînemagerên Ewropî tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê yek ji festîvalên fîlman ên Kurdî yên herî girîng e ku îsal di 6ê Cotmehê de destpê dike û dê heta 12ê mehê bi nîşandayîna fîlman û hin çalakîyên sînemayê ve bidome. Di çarçoveya bernameya festîvalê de her sal gelek kurtefîlm, belgefîlm û metrajdirêj ên bi Kurdî derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê, panêl, hevpeyvînên sînemayê têne lidarxistin.

Ji bo agahî û bernameya festîvalê:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir