Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê bi nîşandayîna fîlmê “Cîran” destpê dike

13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê îsal dê di navbera dîrokên 26ê Cotmehê û 1ê meha Mijdarê de bê lidarxistin û sînemageran fîlmên xwe heta 16ê Gelawêjê şandin li festîvalê.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê îsal cara 13emîn derdikeve li pêşberî temaşevanan. Hate ragihandin ku bernameya festîvalê dê bi nîşandana fîlmê Mano Xelîl yê “Cîran” re destpê bike û piştî nîşandanê derhêner Xelîl dê pirsên temaşevanan bibersivîne.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê, ji ber mirina jina kurd Jîna Mahsa Emînî li ser medyaya civakî daxuyanîyeke nivîskî weşand û piştgirî da li jin û neteweyên Rojhilat û Îranê. Di daxuyanîya festîvalê de ragihandin ku 4 sînemagerên kurd ên serbixwe yên Amîr Gholamî, Azada Jamaatî, Gashin Mohammadian, Farhad Sanandajî hatine desteser kirin.

Ji bo agahî û bernameya festîvalê: 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: