Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê di 30’ê Cotmehê de dest pê dike

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê îsal cara 10’emîn dê di navbera 30’ê Cotmehê û 6’ê Mijdarê (Sarmawaz) de bê li darxistin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Diyarname’yê de cih digire, bernameya 10’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê diyarbûn.

Nîşandayînên 10’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê îsal li Zeise Kino, Studio Kino û 3001 Kino bêne li darxistin û dê bi konserek û bi nîşandayîna fîlmê “Sisters’s in Arms” ve dest pê bike.

Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hambûrgê hate eşkerekirin û dê di festîvalê de fîlmên “Arian”, “Di navberê de”, “Biryareke Zor”, “Çinara Spî”, “Xwebûn”, “Hêvî”, “1994”, “Stride”, “Navber”, “Kavil”, “Salveger”, “Zagros”, “Berfîn” jî têde 37 fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlman bêne nîşandayîn. Li festîvalê bi beşdarîya derhêner û lîstikvanan gotûbejan jî hatine amadekirin.

Ji bo agahî: www.hkff.de

Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: