Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê di meha Îlonê de destpê dike

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) îsal sêzdehemîn salvegera xwe pîroz dike ku wê di navbera dîrokên 23-30ê meha Îlonê de li sînemayên Londona Îngilistanê derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Sewyana bernameya 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ji aliyê hunermend û sêwirîner Soniya Ahmed ve hatiye afirandin û bal dikişîne bajarê dîrokî yê Heskîfê ku di bin avê de mabû.

Îsal li bernameya festîvalê 16 metrajdirêj û 15 kurtefîlm cih digirin û hate ragihandin ku kitekitên bernameyê dê di demeke nêz de bêne parvekirin.

Ji bo agahî: http://www.lkff.co.uk/

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.

%d blogcu bunu beğendi: