Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskovayê Gulanê dest pê dike
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskovayê îsal cara yekem dê di navbera dîrokên 21-24’ê meha Gulanê de li Moskovaya Rûsyayê bê li darxistin.
1’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskovayê di 21’ê meha Gulanê de li Moskovayê dest pê dike û dê heta dîroka 24’ê Gulanê bidome.
Di bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskovayê de, dê çar rojan gelek fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlmên Kurdî weke bi binnivîsa Rûsî bêne nîşandan.
Ji bo agahî: https://www.moscowkff.ru
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – sinemayaserbixwe.com