Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê li benda sînemahezan e
2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Navneteweyî ya Moskowê îsal ji bo 85emîn salvegera jidayikbûna derhênerê nemir ê kurd Yilmaz Guneyî li dar dikeve. Bernameya festîvalê, di dîroka 29ê Pûşberê de li Navenda Sînemayê ya Oktyabrê (Cotmeh) ya bajarê St. Petersburgê dê bi nîşandayîna fîlmê “Rê” destpê bike û heta 13ê meha Tîrmehê bidome.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îsal dê ji bo 85emîn salvegera jidayikbûna derhêner, lîstikvan, senarîst, wêjekarê navdar ê Kurd Yilmaz Guneyî bê lidarxistin. Hat ragihandin ku bernameya festîvalê dê bi nîşandana fîlmê “Rê/Yol” (1982) yê Yilmaz Guneyî destpê bike ku fîlmê navdar li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Palmîyeya Zêrîn girtibû.
Di bernameya festîvalê de, bi giştî 54 fîlmên dirêj, belgefîlm, kurtefîlm cî digirin ku bi Kurdî û bi jêrnivîs bêne nîşandayîn. Fîlmên festîvalê dê di beşên pêşbazî, berhevoka nîşandanê û dubareyê de derbikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê yekem car sala par hatibû li darxistin.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê: https://www.moscowkff.ru/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com