Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê dest pê kir!
1’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê (FFKP) di dîroka 3’ê meha Tîrmehê dest pê kir û heta 6’ê (sibê) meha Tîrmehê li navenda Wallonie-Bruxellesê dê bidome.
Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Parîsê ji aliyê Enstîtiya Kurdî ya Parîsê û Komeleya Sînemayê Franco-Kurde “CinéBej” ve û bi alîkariya saziyên Fransayê hatiye amadekirin.
Di çarçoveya Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Parîsê de îsal ji gelek herêman; 19 fîlmên dirêj, kurte-fîlm, belgefîlm û anîmasyonên Kurdî têne nîşandan.
Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê:
Ji bo agahî û têkilî: www.ffkp.fr
Twitter/FilmsKurdes
Nûçe: Sînemaya Serbixwe