Festîvala Fîlmên Sûc û Cezayê dest pê dike

Festîvala Fîlmên Sûc û Cezayê îsal cara 9’emîn dê di navbera 22-28’ê meha Mijdarê de li Stenbolê bi mijara “Edaleta Li Cîhana Sanal” bê li darxistin.

Di 9’emîn Festîvala a Festîvala Fîlmên Sûc û Cezayê de îsal seroka jurîyê ya “Pêşbaziya Fîlmên Dirêj” weke lîstikvana navdar Zûhal Olcay hate eşkerekirin û Juriya Xwendekar a festîvalê jî diyar bûn. Festîval, ji sala 2011’ê bi vir de ji aliyê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê ve bi dirûşmê “Edalet Ji Bo Hemû Kesan” tê li darxistin.

Bernameya Festîvala Fîlmên Sûc û Cezayê li Salona Cemal Reşît Reyî dest pê bike û nîşandayînên fîlman dê li Sînemaya Beyoglûyê û Sînemayên Nîşantaşî City’ê jî bidome.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir