Festîvala Kurtefîlman a Jinan dest pê dike
1’emîn Festîvala Kurtefîlman a Jinan di navbera 13-15’ê meha Îlonê de li Navenda Hunera Yeldegîrmenî, li navçeya Kadikoya Stenbolê dê bê li darxistin.
Festîvala Kurtefîlman a Jinan, li DYE (Amerîka) û Îspanya jî têde di gelek bajarên welatan de bi navê “Directed by Women Worldwide Film Viewing Party” tête li darxistin. Festîval, îsal jî li Stenbolê dest pê dike û kurtefîlmên gelek derhênerên jin ên ji zimanên cuda ve hatine kişandin cih digirin. Di çarçoveya bernameya Festîvala Kurtefîlman a Jinan de; di beşên belgefîlm, pevxistin, anîmasyon de bi tevahî 30 fîlmên derhênerên jin, dê weke du warên Neteweyî û Navneteweyî de bêne nîşandayîn.
1’emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Jinan de; fîlmên Ceylan Ozgun Ozçelîk, Bennû Yildirimlar, Meryem Yavûz, Çağgı Vîla Lostuvalî jî hene. Armanca Platforma Tirkiyê ya Festîvalê ev e ku hejmara kurtefîlmên derhêner û sînemavanên jinan zêde bibin û lidarxistina çalakiyên çandî û hunerî.
Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com