Festîvala Kurtefîlman a Kobanî dest pê dike
Li seranserê cîhanê, gelek festîvalên fîlman ên wekî Cannesê, Xelatên Akademiyê (Oscar) û Gilovera Zêrîn, ji ber şewba koronayê hatin bi paş ve xistin an jî weke online têne li darxistin. 1’emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Kobanî di dîroka 30’ê Hezîranê de dest pê dike.
Li gorî nûçeya ku di malpera Rûdawê de cih digire, Festîvala Kurtefîlman a Kobanî îsal cara yekem dê di dîroka 30’ê Hezîranê de dest pê bike û bernameya festîvalê ji ber vîrusa koronayê dê weke online bê li darxistin
Heta niha 75 kurtefîlmên bi Kurdî, Erebî û Ewropî gihîştine li festîvalê û fîlmên festîvalê dê ji bo xelatên Derhênera/ê Baştirîn, Fîlmê Baştirîn, Senaryoya Baştirîn û Xelata Komîteya Nirxandinê, bikevin pêşbaziyê.
Amedekarên Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Kobanîyê ragihandin ku dîroka dawiyê ya wergirtina kurtefîlman 30’ê Hezîranê ye û encamên festîvalê jî dê hefteyek piştî destpêka festîvalê bêne eşkere kirin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com