Festîvala Şanoyê li benda temaşevanên xwe ye

23’yemîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Stenbolê îro dest pê dike. Festîvala ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê organîzekirin heta 1’ê meha pêşiya me li dar ket.

Îsal ji derveyî Tirkiyeyê 12 kom tên. Ji Tirkiyeyê jî 16 kom hene. Ev 28 kom bi giştî dê 78 berhemên cur bi cur yên wekî şano, dans û performansê pêşkêş bikin.

Mijara bingehîn a festîvalê îsal wekî “Jiyan berevajî ye” hatiye diyarkirin û di sehneyê de qalibên bi giştî hatine qebûlkirin dê bigirin bin lêpirsînê, bi teknîka derveyî qaliban dê berê xwe bibin mijarên “Dik li ku ye?” û “Lîstikvan kî ye?”.
Her wiha di festîvalê de gotûbêj, xebatên atolyeyan û sazkirina polên hosteyan jî hene.

Ji Şanoya Rus 4 berhem
Ji Şanoya Rusyayê çar lîstikên muzîkal, dans û performansê derdikevin pêşberî temaşevanan. “Sîrk”, “Îran Konferansê”, “Her Yol Kuzeye Çikar” û “Yevgeni Onegin” berhemên ku di vê çarçoveyê de dê bêne pêşkêşkirin in.

Ji Wanê ciwan tên

ÎKSV û Ajansa Pêşvebirina Rojhilatê Anadoluyê salek piştgirî dan hin ciwanên li Tuşbaya Wanê. Wan lîstika Ozen Yula ya bi navê “Dunyanin Ortasinda Bir Yer” (Cihek li navenda dinyayê) amade kir û ew lîstik jî di çarçoveya festîvalê de tê lîstin. Her wiha bi hevkariya her du saziyan lîstikvanên ji Wanê hatine wekî mêvan dê derfetê bibînin ku li hemû lîstikên li festîvalê temaşe bikin.

Ji bo agahiyên zêdetir: tiyatro.iksv.org

Çavkanî: www.Diyarname.com

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir