Festîvala Yilmaz Guneyî hat bi paş ve xistin

Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Batmanê ve tê organîzekirin hat bi paş ve xistin.

8’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney îsal dê di navbera 26’ê vê mehê û 1’ê adarê de li dar biketa. Midûriyeta Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Batmanê li ser festîvalê daxuyaniyek weşand. Li gor daxuyaniyê ji ber ku gelek serîlêdan çênebûne wan festîval ji bo mehek din bi paş ve xistine. Li gor rewşa nû festîval dê di navbera 25-29’ê adara 2020’an de li dar bikeve.

Daxuyanî radigihîne ku ji bo lijneya hilbijêr li hemû serîlêdanan binêre, wan bi berfirehî binirxîne wan festîval bi paş ve xistine.

Çavkanî: www.Diyarname.com

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: