Fîlm Forûm a Antalyayê li benda sînemageran e
59emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Porteqala Zêrîn a Antalyayê di navbera dîrokên 1-8ê meha Cotmehê de derdikeve li pêşberî sînemhezan ku serîlêdanên bernameyên Fîlm Forûm a Antalyayê û Marketa Çêkera Hevpar ên festîvalê jî destpê kirine. Îsal li çarçoveya festîvalê Pêşbirka Senaryoyê ya Lêanîna Wêjeyî jî bê lidarxistin.
Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ji aliyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Antalyayê ve û bi piştgirîya Wezareta Çand û Tûrîzmê ve îsal cara 59emîn tê lidarxistin. Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Antalyayê Muhîttîn Bocek di daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku, bernameya Festîvala Fîlman a Porteqela Zêrîn îsal wê him fizîkî him jî weke online di rojên 2-6ê Cotmehê bê lidarxistin û dê ji bo projeyên bijartî bi tevahî 430 hezar lira xelat bidin.
Fîlm Forûm a festîvalê îsal wê di şeş beşên Platforma Pitchingê ya Metrajdirêj a Sêwirî, Platforma Work in Progresê ya Metrajdirêj a Sêwirî, Platforma Work in Progresê ya Belgefîlman, Platforma Fona Pitchingê ya Piştgirîya Fîlman a Antalyayê ya Sumer Tilmaçê û Platforma Pitchingê ya Rêzefîlm/Kurterêzefîlman de bi dîrektorîya Armagan Lale û Pinar Evrenosoglu ve bê lidarxistin. Sînemager, ji bo projeyên metrajdirêj û piştgirîya Sumer Tilmaçê heta dîroka 5ê meha Gelawêjê, ji bo projeyên post produksiyonê ya Platforma Work in Progresê ya Metrajdirêj a Sêwirî û ji bo projeyên belgefîlman dikarin heta 8ê Gelawêjê serî li festîvalê bidin. Hate ragihandin ku serîlêdanên Platforma Pitchingê ya Rêzefîlm/Kurterêzefîlman jî dê di demeke nêz de bê eşkerekirin. Projeyên Fîlm Forûm a Antalyayê dê di 1-5ê meha Îlonê de diyar bibin. Li Fîlm Forûm a Antalyayê xebatên kargehan, çalakîyên pola hostehî û hevpeyvînan jî hatine amadekirin.
Serîlêdanên Pêşbirka Senaryoyê ya Lêanîna Wêjeyî ya Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê destpê kiribû û dê heta 15ê meha Gelawêjê bidome. Ji bo Xelata Senaryoya Baştirîn 80.000 TL û ji bo Xelata Taybet a Juriyê jî 40.000 TL xelat didin. Hate ragihandin, encamên pêşbirka senaryoyê jî dê di dîroka 1ê Cotmehê de ango bi merasîma vekirina festîvalê bêne eşkerekirin.
Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Antalyayê Muhîttîn Bocek îsal dê serokatîya festîvalê bike, ji bo dîrektorîya îdarî navê Cansel Tuncerê, ji bo derhênerîya festîvalê navê Ahmet Boyaciogluyî û ji bo derhênerîya hunerê jî navê Başak Emreyê hatin eşkerekirin.
Ji bo agahî: https://www.antalyaff.com/tr/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com