Fîlma ku li pey heqîqeta însan e: ‘Solaris’

Dema mirov li cîhanê behsa “sînemaya helbestkî û felsefî” dike, bêguman di serî da sînemaya derhênerê bi nav û deng Tarkovskyê tê bîra mirov ku bandora wê hêj jî li ser sînemayê didome. Fîlma wî ya “Solaris” ku di sala 1972yan da bi budçeyeke kêm hatiye kişandin jî yek ji nimûneyên baş ên sînemaya wî ya helbestkî ye.

“Şerm wê mirovahîyê rizgar bike.” (Tarkovsky)

“Solaris”, sêyemîn fîlma metrajdirêj a derhênerê Rûsî Andrei Tarkovsky e û tê gotin ku Tarkovsky di fîlmografîya xwe de herî kêm ji vê fîlma xwe hez kirîye. Lewra dema fîlmê dikşîne rastî gelek astengîyan tê, bi nivîskarê berhemê û bi şîrketa fîlmê ra serê wî dikeve belayê. Fîlm ji romana nivîskarê Polonî Stanislaw Lem a bi navê “Solaris” (di sala 1961an da hatîye çapkirin) hatîye lêanîn. Lêbelê fîlm motamot ji romanê nehatîye adabtekirin û Tarkovsky ev roman li gorî felsefeya xwe ya sînema û heyatê li fîlmê anîye.

Bi kurtî fîlma “Solaris” behsa rêwîteyeke ber bi gerstêrk (gezegen) û fezayê dike. Behsa çîroka zanyarên vê gerstêrka nepen ku hêj bi temamî ji alîyê zanist û zanyaran ve nehatîye kişifkirin, dike. Herçiqas cureya fîlmê “xeyala zanistî” (Science Fiction) be jî, fîlm di eslê xwe da fîlmeke felsefî ye û rêwîtîyeke ber bi rastî û heqîqeta însan û gerdûnê ve ye.

Min ev fîlm cara ewil berîya çend rojan temaşe kir û fîlmê gelek li min tesîr kir. Di fîlmê da unsur û hêmanên wek; rastî, rasteqînî, heqîqet, xew, xewn, xeyal, bîr, bîranîn, hafize, wijdan, mirin, bawerî, dîn, zanist hene û pirî caran rastî, xewn û xeyal ji hev nayên derxistin. Herwiha di nav fîlmê da jî çend fîlm hene. Bi rastî fîlmeke zor û felsefî ye. Bi carekê ve nayê fêmkirin. Ji loma jî; şîroveya min a ewil, şîroveyeke giştî û berfirehî nîn e. Ji ber vê jî; lazim e ez carekê din, belkî çend carên din jî berê xwe bidim fîlmê û ji wan hêman, sembol, îşaret û binmetnên di fîlmê da bêhtir têbigihêm.

Fîlm, li ser nakokî û şerê zanist û bawerîyê, maneya hebûna însên, wîjdan û rûbirûmayîna bi sûc û gunehên rabirdûyê û daxwaza mirovan a fetihkirina fezayê dike. Rastî û rasteqînî çi ye, heqîqet çi ye, tiştên ku bi me naxuyin em çawa bawerîyê pê tînin û wê dihebînin? Aqil û hiş, heta ku derê dikare tiştan raveyê me bike û sînorên wê çi ne? Binhiş, paşxane (background) tiştekî çawa ye û tiştên çawa tîne serê mirovan? Aqil û dil çawa dikevin cengê?

Di fîlmê da qonaxa herî girîng ev e; piştî serlîstikvanê psîkolog Kris (Donatas Banionis) ji gera xwe ya fezayê vedigere ku wî “îmaneke kamil bi zanist û eql anîye”, rastî bûyerên ecêb, deraqil û derasayî tê û dikeve nav nakokîya eql, dil, bawerî û zanistê. Pêşî mamosteyê Kris, zanyar Dr. Gibarianê (Sos Sargsyan) xwe dikuje. Lewra cara pêşî ew hay ji vê rewşa ecêb çêdibe lêbelê tam tênagehe ku ev çi tişt e û herwiha bi herdu hevalên xwe yên din jî nade qebûlkirin ku ev qewimînên metafîzîk in, ku eql û zanist jê tênagihêje. Kris, fîlma ku mamosteyê wî jê ra hîştiye temaşe dike, lêbelê jê zêde tiştek fêm nake. Piştî vê, jina Kris ku berîya 10 salan xwe kuştîye, Hari (Natalya Bondarçuk) bi heman şiklê xwe yê mirovî, sax û zindî dibe û tê pêşberê wî. Ev yek, Kris dixe nav endîşe, panîk û mihasebekirina têkilîya xwe ya bi rabirdû û jina xwe ya berê ra. Lewra mêvan û zîyaretvanên gerstêrka “Solaris”ê, xwe mîna wîjdana mirovan didin naskirin û hewl didin zanyarên vir bi paşxane, bîr, rabirdû û berpirsîyarîya xwe ra rûbirû bihêlin, mihasabe û lêpirsîna jîyan û hebûna mirovan bikin. Lê helbet ev yek ne evqasî hêsan e. Jixwe du zanyarên din tiştekî wiha qebûl nakin, rûbirû namînin û ji vê rastîya ku derketîye pêşîya wan direvin. Lê belê Kris hêdî hêdî qebûl dike, lixwe mikur tê, sûcê xwe yê di xwekuştina jina xwe da qebûl dike. Ya girîng jî, ji Hariya ku ketîye şiklê jina xwe hez dike. Herwiha fêm dike ku hin tişt bi eql û zanistê nayên fêmkirin, divê hisîyat, feraset, dil, wîjdan û bawerî hebe ku mirov van tiştan îzah bike.

Jixwe Tarkovsky Ortodoksekî* bawermend e û di vê fîlma xwe da jî di şerê zanist û bawerîyê da, ew meyla bawerîyê dike û li cîhanê qalibên fîlmên “xeyala zanistî” serobino dike. Lewra Tarkovsky, bi fîlma xwe ya “Solaris”ê û bêguman piştî vê jî bi fîlma xwe ya “Stalker”(1979), bo sînemaya xeyala zanistî ya dermirovî ya Rojava, wek redîyeya Rojhilat bersivê dide û vê cureya sînemayê bi hêmanên mirovî û felsefî nîşanî alemê dide. Herwiha tê gotin ku Tarkovsky bi vê filmê, bersiveke daye fîlma Stanley Kubrick a bi nav û deng; “2001: A Space Odyssey”ê (1968).

Hêjayî gotinê ye ku di fîlmê da behsa Dostoyevski, Tolstoy, Faust û Don Kişot tê kirin. Nexasim li ser mirin û ebediyetê niqaş tê kirin û çend caran bo Faust atif tên kirin.

Welhasil zêde sere we neêşînim û bi kurtasî bibêjim ku fînala fîlmê li ber konçertoya Bachê (binêre: Eduard Artemyev, M-16), bi awayekî miezem diqede. Loma jî ne mimkun e mirov tu carî vê fînalê ji bîr bike. Lewra psîkolog Krisê ku berîya rêwîtîya xwe, dilê bavê xwe hîştibû û wek zanyarekî pozîtîvîst girîngîyê nedabû bîr û bawerîya însanan, piştî rêwîtîya xwe ya ji “Solaris”ê şaşî û kêmasiyên xwe dibîne û xwe davêje dest û pîyên bavê xwe û jê daxwaza ef û lêborînê dike… Dû ra, kamera ber bi jor û asîmanan ve bilind dibe, dikeve nav dûx û dumanê; gol, xanî û daran li pey xwe dihêle. Di dawiyê da jî ev der wek girava umana/okyanûsa Solarisê dixuye û fîlm xilas dibe… Helbet bi qedandina fîlmê ra jî, bi sedan pirsên kûr û bêbersiv xwe li me dipêçin.

Derheqê Fîlmê da Çend Têbinî:

1- Nivîskarê romanê Stanislaw Lem û şîrketa çêker Mosfilmê, bi hinceta ku fîlm, li gorî eslê kitêbê nehatîye kişandin û zêdetir hêmanên bawerîyê xistîye navê, ji Tarkovsky bi danezaneke 25 xalî doza guhertinê dikin, lêbelê Tarkovsky ji ya xwe nayê xwarê û fîlma xwe naguherîne.

2- Berîya Tarkovsky jî, li Sowyetê fîlma “Solarisê” bo televîzyoneke Rûsî, wek fîlm hatîye kişandin. Herwiha di sala 2002yan da ev roman careke din, îja ji alîyê derhênerê Amerîkî Steven Soderbergh ve bo sînemayê tê adeptekirin û George Cloone jî serlîstikvanîya fîlmê dike.

  • Herwiha fîlma Solarisê, li Festîvala Filman a Cannesê bi Xelata FIPRESCI û Xelata Taybet ya Jurîyê tê taltîfkirin û navê Tarkovsky li cîhana sînemayê zêdetir deng vedide.

Çend Replîkên Fîlmê:

* Mixabin min ev replik, ne ji zimanê orijînal –Rûsî-, lê ji zimanê ku min bi jêrenivîsa Tirkî temaşe kir, bo Kurmancî wergerandin. Belkî çend canik û camêr rabin û bo me vê fîlmê bi jêrenivîsa Kurdî amade bikin. Dê çi xweş bibe. Demekî awirek.com’ê ev karên baş dikirin lê bawer im niha ew jî zêde aktîf nîn in.

– ”Mirov her tim ji tiştên ku dê winda bike hez dike, wekî jin, dinya û kesayeta xwe.”

– “Ji ber ku em nizanin dê çi wextî bimrin, em di nav teşqeleyê da ne.”

-”Dema ku mirov bextewar be, kêm caran li ser wateya jiyanê û bêserûberîyê serêsere diêşîne.”

-“Hesta ku dê mirovahiyê rizgar bike, Fedî ye…”

-“Em nizanin, em ê çi ji cîhanên din bikin.. Ya ji me re lazim, cîhanên din nîn in.. Pêwîstiya me bi neynikê heye…” ***

Kunyeya Filmê:

Navê Fîlmê: “Solaris”

Sal: 1972

Cure: Fantastîk û Xeyala Zanistî

Dem: 2 saet û 45 deqe

Derhêner: Andrei Tarkovsky

Senaryo: Andrei Tarkovsky-Fridrikh Gorenshtein

Berhem: Romana “Solaris” a Stanislaw Lem (1961)

*https://dusunbil.com/bir-andrei-tarkovsky-roportaji-filmlerim-ifade-bicimi-degil-bir-duadir/

**-***2 wergerên dawî yên replîkan: https://sinemayaserbixwe.com/li-diji-lez-u-beruhiya-caxe-qirineke-jidil-andrei-tarkovsky/

Nivîs: Omer Bextîyar

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: