Fîlmê anîmasyonê ‘Ninja Turtles’ê tê

Ji bo fîlmê anîmasyonê yê bi navê ‘Ninja Turtles’ê dest bi amadehîyan kirin ku projeya nû dê bi derhêneriya Jeff Rowe re bê kişandin.

Li gorî nûçeya ku malpera Hollywood Reporterê de hatiye weşandin, şîrketa çêkirinê ya Point Grey Picturesê ji bo fîlmê anîmasyonê yê bi navê “The Teenage Mutant Ninja Turtles”ê dest bi amadehîyan kirine. Hat ragihandin ku dê derhêneriya fîlmê anîmasyonê Jeff Roweyî bike û senarîstê wê jî Brendan O’Brien e.

Fîlmê anîmasyonê dê di stûdyoya Nickelodeon Animationê de bê kişandin ku stûdyoyê di heman demê ji bo Netflixê li ser projeyeke rêzefîlmê jî dixebitin. Projeya nû wê bi çêkerîya Seth Rogen û Evan Goldberg ve bê kişandin.

Wêneçîroka Ninja Turtlesê di sala 1984’ê ji aliyê Kevin Eastman û Peter Lairdî ve hatibû weşandin û wêneçîroka navdar gelek caran ji bo sînemayê hatibû kişandin, weke xêzefîlm hate çêkirin û derket li pêşberî temaşevanên televîzyonên cîhanê.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: