Fîlmê “Barbie” li seranserê cîhanê rekoran dişkîne

“Barbie” di 21ê Tîrmehê de ket vîzyonê û di hefteya pêncemîn de jî li vîzyonê rekoran dişkîne. Fîlm, hefteya borî ji nû ve li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn û ji fîlmê “The Dark Knight”ê bêtir hate temaşekirin ku li gorî daneyên dawî, bû fîlmê Warner Brosê yê herî zêde hatiye temaşekirin. “The Dark Knight” li gîşeya Amerîkayê bi tevahî 533 milyon dolar qezenc kiribû.

Fîlmê “Barbie” ji alîyê Greta Gerwig ve hate kêşandin ku lîstikvanên sînemayê yên Margot Robbie û Ryan Gosling têde weke serlîstikvan lîstine. Senaryoya fîlmê Greta Gerwig, Noah Baumbach bi hev re nivîsîne.

“Barbie” li seranserê cîhanê serketina xwe didomîne. Fîlm heta niha li sînemayên dinyayê bi tevahî 1 mîlyar û 34 milyon dolar bi dest xistiye.

Pênc fîlmên Warner Brosê yên li ser seranserê cîhanê herî zêde qezenc kirine:

  1. Barbie – 1,340,301,000 $
  2. Harry Potter and the Deathly Hallows: Part 2 – 1,315,363,647 $
  3. Aquaman – 1,143,758,700 $
  4. The Dark Knight Rises – 1,082,228,107 $
  5. Joker – 1,066,208,658 $

Tê texminkirin ku “Barbie” dê di demeke kurt de li salonên sînemayê yên seranserê cîhanê bibe yekemîn. Fîlmê “The Super Mario Bros. Movie” li cîhanê bi tevahî 1 mîlyar û 359 milyon dolar bi dest xist û di sala 2023yê de bû fîlmê herî zêde hatiye temaşekirin.

Çavkanî: Beyaz Perde

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir