Fîlmê ‘Barbie’ li welatek din jî hat qedexekirin
Fîlmê “Barbie” ji roja ku ketiye vîzyonê li dinyayê li aliyek ve bûye mijara nîqaşê û li hin welatan hatiye qedexekirin, li aliyek jî bala raya giştî kişandiye ser xwe, li vîzyonê rastî eleqeyê hatiye. Niha welatek din jî ew qedexe kir: Kuweyt.
Li Kuweytê bi îdîaya ehlaqê civakê xira dike û kevneşopiyên civakî berevajî dike nîşandayîna fîlm hat qedexekirin.
Welatên heta niha qedexe kiribûn ev in:
WÎETNAM: Li Wîetnamê bi sedemên siyasî fîlm hat qedexekirin. Rayedarên Wîetnamê eşkere kirine ku di fîlm de “xeta neh xêz” ku Çîn bi vê serdestiya Wîetnamê binpê dike fîlm qedexe kiriye.
FÎLÎPÎN: Piştî Wîetnamê Fîlîpînê jî îdîa kir ku Çîn bi van xetan dixwaze nîşan bide ku li Behra Başûrê Çînê mafê wê heye, ew der ê wî ye, Fîlîpînê jî fîlm qedexe kir.
LUBNAN: Li Lubnanê bi îdîaya “dijî nirxên ehlaqî û olî ye” fîlm qedexe kiribû.
Fîlmê derhêner Greta Gerwig “Barbie” roja 21’ê tîrmeha 2023’yan li gelek welatan ket vîzyonê. Serlîstikvaniya fîlm Margot Robbie girtiye ser milên xwe. Ryan Gosling, Will Gerrell, Emma Mackey Simu Liu û mİchael Cera têde dilîzin.
Çavkanî: Diyarname