Fîlmê “Batgirl” hate betalkirin
Fîlmê “Batgirl” bi çêkerîya pargîdanîyên fîlman Warner Bros. û DC Films û ji aliyê Adil El Arbi û Bilall Fallah ve hate kişandin û li ser platforma dîjîtal a HBO Maxê hatiba weşandin. Ragihandin ku fîlmê “Batgirl” hate betalkirin û dê li vîzyonê an jî li ser ti platformê neyê weşandin. Fîlm, di pêvajoya dawî ya Post produksiyonê bû.
Senaryoya fîlmê Christina Hodson nivîsîye û tê de lîstikvana sînemayê Leslie Grace serlîstikvan bû û Michael Keaton jî piştî 30 salan bi rola Batman re derketiba li pêşberî temaşevanan.
Çavkanî: Deadline
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com